Peyamek derbarê 7mên salvegera komkujiya Êzidiyan de weşandiye.
Navenda rewşenbîrî ya Laleşê bi minasebeta 7mîn salvegera komkujiya Şingalê bi destê DIŞIê peyamek weşandiye û têde rexne li Bexdayê dike.
Navenda Laleşê di peyama xwe de nivîsandiye; Li gel derba bûna 7 salan bi ser komkujiya Şingalê, dilovaniya cîhanê li hember Êzidiyan zêde bûye lê Bexda heta niha erkên xwe bicîh neaniye û di nava xeweke kûr deye.
Navendê di beşeke din ji peyama xwe de spasiya Serok Barzanî, hêzên pêşmerge û hikûmeta Kurdistanê kiriye bo qurbanî danên xwe yên bo parastin û rizgar kirina Êzidiyan û nivîsandiye: Em bi ti awayî qurbanî danên hêzên pêşmerge bo rizgar kirina Şingalê jibîr nakin.
Di berdewamiya peyamê de hatiye diyarkirin ku hîn jî çarenivîsa 3 hezar revandî û girtiyên Êzidî nediyare û daxwaz ji aliyên têkildar hatiye kirin daku bo diyar kirina çarenivîsa wan û rizgar kirina wan ji destê terorîstên DIŞIê hewldanên xwe bi tevger bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin