Li Silêmanî du tawanbar hatin girtin

li navçeya Çemçemalê hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Pereyên sextet jî bi wan re bûne.

Birêveberatiya polîsê Silêmanî ragihand ku piştî wergirtina zaniyariyên hûr derbarê du tawanbaran de biryara dadgehê bo binçav kirina wan her du tawanbaran hatiye derkirin.

Piştî der kirina biryarê, şeva derbasbûyî li Çemçemalê ev her du tawanbar ji aliyê hêzên polîs ve hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di dema girtina wan du tawanbaran de pereyeke gelek zêde ya sextet jî li cem wan bûye û xwestine pereya han di nava bazarê de bikar bînin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.