3 taverên elektirîkê hatin teqandin

tîmên taybet hewl bo çê kirina wan taveran didin.
کوردستان TV
100%

Li devera Mexmûrê ji aliyê terorîstan ve hatine teqandin.

Birêveberê elektirîka devera Mexmûrê Endaziyar Azad Bendiyan ji Kurdistantv re ragihand ku direngiya şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê êrîşî ser taverên veguhastina elektirîkê li devera Mexmûrê kirine.

Azad Bendiyan diyar kir ku, di encama êrîşa han de terorîstên DIŞIê 3 taverên veguhastina elektirîkê teqandine û niha dever bê elektirîke.

Nav hatî diyar kiriye ku tîmên taybet demeke kurt piştî êrîşî bilez dest bi karûbarên çê kirina wan her 3 taveran kirine.

Weke tê zanîn ev demêke ku terorîstên DIŞIê giranî didin êrîşên xwe yên bo ser xetên veguhastina elektirîkê daku jiber germayê xelk zêdetir rastî ziraran were.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.