Îsraîl êrîşî ser navendên Hemasê kir

Hemasê mûşek avêtibû Îsraîlê.
کوردستان TV
100%

Li Xezeyê êrîş kiriye ser navendên Hemasê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî duhê bi şev çekdarên Hemasê ji Xezeyê ve, bi çend mûşekan êrîşî ser axa Îsraîlê kirine, îro artêşa Îsraîlê jî bersifa wan êrîşan daye.

Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê, di êrîşa îro de navendeke avêtina mûşekan û navendeke din ya mezin ya çekdarên Hemasê hatine bordimankirin.

Di derbarê kuştî û birîndarên Hemasê de heta niha ti zaniyarî nehatine belavkirin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.