Welatiyekî Rojhilatê Kurdistanê hatiye kuştin.
Birêveberatiya asayîşa Hewlêrê ragihand ku îro li Hotêleke Hewlêrê bi navê Gula Silêmanî, welatiyek bi navê Mûsa Babexanî hatiye kuştin û hêzên asayîşê jî piştî hayedar bûn ji bûyerê çûne cîhê bûyer.
Li gor daxuyaniya asayîşa Hewlêrê, kesê kuştî termê wî di nava odeyeke Hotêlê de hatiye dîtin û niha lêkolîn li ser bûyerê berdewamin û piştî bi dawî hatina lêkolînan jî daxuyaniyek bo raya giştî tê weşandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin