Wezareta petrolê ya Îraqê: Emê tevahiya kêşeyan çareser bikin

hewl bo çareser kirina kêşeyan didin.
کوردستان TV
100%

Wezîrê petrolê yê Îraqê û wezîrê samanên xwezayî yê Kurdistanê civiyan.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta Kurdistanê Kemal Etrûşî li gel wezîrê petrolê yê Îraqê Îhsan Ebdulcebar civiya.

Di civînê de her du alî nîqaş li ser kêşe û arîşeyên heyî yên di navbera her du aliyan de kirin û wezîrê petrola Îraqê jî ragihand ku hikûmeta fedralî bi taybetî wezareta petrolê amadeye ku di çarçoveya destûrê de tevahiya kêşeyên teknîkî û darayî yên li gel wezareta samanên xwezayî ya Kurdistanê çareser bike.

Ebdulcebar daxwaz kiriye daku rûpeleke nû di warê têkiliyan de were vekirin.

Ji aliyê xwe ve jî Kemal Ertûşî jî tekez li ser girîngiya kar kirina hevbeş li gel wezareta petrolê ya Îraqê kiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.