Welatî dikarin bi tirimbîlên xwe serdana Îranê bikin

lazime tirimbîl bi navê wan kesan be ku dixwazin serdana Îranê bikin.
کوردستان TV
100%

Deriya Hac Omeranê daxuyaniyek li ser vê mijarê weşandiye.
Birêveberatiya giştî ya deriya sînorî ya Hac Omeranê ragihandiye ku welatiyên Kurdistanê yên ku dixwazin bi tirimbîlên xwe serdana Îranê bikin, ji îro pêve dikarin serdana Îranê bikin.
Li gor daxuyaniya birêveberatiya deriya sînorî ya Hac Omeranê, welatî dikarin bi dabîn kirina belge û cîhbicîh kirina mercên qanûnî, bi tirimbîlên xwe ji îro pêve li deriya sînorî ya Hac Omeranê serdana Îranê bikin.
Kesên ku dixwazin bi tirimbîlên xwe serdana Îranê bikin lazime tirimbîl li ser navê wan be.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku welatî bi tirimbîlên xwe dikarin tenê bi roj serdana Îranê bikin lê bo vegeriyanê deriya Kurdistanê bi awayeke 24 seatî vekirî dibe.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.