Dibêje rêjeya berketiyan zêde bûye.
Birêveberatiya giştî ya tendirostiya Silêmanî derbarê zêde bûna hijmara pêketiyên rojane yên Koronayê huşdarî dide şêniyên parêzgehê.
Li gor daxuyaniya birêveberatiya giştîya tendirostiya Silêmanî, niha hijmara pêketiyan li vê parêzgehê bi qasî sedî 25 zêde bûye û sedema sereke ya vê yekê jî pêbend nebûna welatiyane bi şîret û rêkarên tendirostî.
Di daxuyaniyê de daxwaz ji welatiyan hatiye kirin ku bo selametiya xwe û kesûkarên xwe pêbendî şîretên tendirostiyê bin.
Weke tê zanîn di wan demên dawî de li seraserê Kurdistanê hijmara berketiyan gelek zêde bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin