Balyozê Amerkayê spasiya hikûmeta Kurdistan dike.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew H. Tueller û şandeke pêre kir.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê Robert Pladino jî têde amadebû, behsa çanda bihevre jiyana aştiyane ya li herêma Kurdistanê hate kirin û şanda Amerîkî spasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê kir ku, kariye ev çanda han biparêze û pêşde bibe.
Her di heman civînê de nîqaş li ser diyaloga steratejîkî ya di navbera Amerîka û Îraqê hate kirin û şanda Amerîkî pêbendiya welatê xwe bo hevkarî kirina Îraq û Kurdistanê û piştîvanî kirina hêzên pêşmerge û pêşde birina têkiliyên Amerîkayê yên li gel Kurdistanê bi taybetî di warê akademîkî û çandî de diyar kir.
Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser rewşa siyasî ya Îraqê, rewşa welatiyan, metirsiyên berdem hilbijartinên Îraqê, prosesa siyasiya ya piştî hilbijartinan û têkiliyên navbera Kurdistan li gel Îraq û aliyên siyasî yên Îraqê de hate kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin