Dibêje rêjeya berketiyan gelek zêde bûye
Birêveberê giştî yê tendirostiya Hewlêrê Dilovan Mihemed di presskonferansekê de balkêşande ser zêde bûna hijmara pêketiyên Koronayê li Hewlêrê de.
Dilovan Mihemed di gotinên xwe de diyar kiriye ku mixabin jiber pêbend nebûna xelkê bi şîretên tendirostiyê, hijmara rojaney ya berketiyan gelek zêde bûye û rewşa wisa lê hatiye ku niha di nava nexweşxaneyan de cîh bo razandina berketiyên Koronayê nemaye.
Nav hatî diyar kiriye ku heta mehek beriya niha rêjeya berketiyên li Hewlêrê rojane tenê seda sê bû lê niha jiber pêbend nebûna xelkê ev rêjeya han bo sedî 17 û 18 zêde bûye.
Mihemed herwiha daxwaz ji xelkê kiriye ku bo parastina selametiya xwe û kesêkarên xwe pêbendî şîretên tendirostiyê bin jiber ku rewşa metirsîdare û di nava nexweşxaneyan de cîh bo nexweşên nû nemaye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin