Çeteyan li Efrîna dagirkirî 19 kes revandin

bo azad kirina wan daxwaza pereyan dikin.
کوردستان TV
100%

 

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 şêniyên gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, revandin. Her wiha ajansa me navên 9 sivîlên ji gundê Qurtqulaq ê navçeya Şerayê ku duh ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin, bi dest xistin.

Çavkaniyekî taybet ji ajansa me re ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 10`ê Tebaxê de 4 sivîl ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, revandin.

Li gorî çavkanî, kesên hatine revandin ev in; Azad Fadil Erebo, Elî Bekir Elo, Îbrahîm Xalid Elo û Delîl.

Çavkanî got çeteyan ew kes birine girtîgeha gundê Îska yê navçeya Şêrewa û li hemberî berdana wan fidye ji malbatên wan xwestiye.

Çavkanî her wiha navên 9 sivîlên ji gundê Qurtqulaqa Mezin ê navçeya Şera ya Efrînê ku çeteyên Sultan Murad 15 sivîl lê revandibûn, eşkere kirin. Li gorî çavkanî navên wan kesan wiha ne; Mihemed Berekat (60), Îbiş Berekat (20), Luqman Hemade (20), Ehmed Ednan Mistefa (26), Ednan Mistefa (55), Ednan Berekat, Ebdîn Elî Şebab, Mihemed Şêx Ehmed û Luqman Şêx Ehmed.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker mala Mihemed Berekat ku tevî kurê xwe Îbiş Berekat hatiye revandin, her wiha zêdetirî 20 malên din ên heman gundî rûxandibûn.

Çavkanî diyar kir ku Mihemd Berekat pir nexweş bû, tevî vê yekê jî hate revandin.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.