Bombeyeke vedayî ya pkkê pê re teqiyaye.
Îro danê sibê li deşta Berazgir ya li nêzî Sîdekanê, bombeyeke vedayî yaku ji aliyê pkkê ve hatibû vedan, bi welatiyekê re teqiyaye û di encama teqînê de welatiyê han birîndar bûne û niha li nexweşxaneya Mêrgesorê tê dermankirin.
Ew welatiyê han şêniyê devera Akrêye lê bi mebesta bixêv kirina sewalan çûye nêzî deşta Berazgirê û navê wî jî Cibreîl Reşîd û temenê wî jî 29 sale.
Weke tê zanîn niha li wan deveran jiber pevçûnên navbera pkk û artêşa Tirkiyeyê rewş gelek aloze û balefirên şer yên Tirkiyeyê bi berdewamî li ser asmanê deverê ne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin