Nêzî 2 hezar kesên din bi Koronayê ketin

16 berketî jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Amarên 24 seatên derbasbûyî hatin belavkirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li Kurdistanê bi giştî 1925 kesên din bi Koronayê ketine.
Hijmara herî zêde ya berketiyan li li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 657 kese.
Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 1421 berketiyên berê jî baş bûne û 16 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.