Amarên nû yên Koronayê hatin belavkirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên nû yên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 827 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 470 kese.
Wezaretê herwiha eşkere kiriye ku di nava heman demê de 2 hezar û 10 berketiyên berê jî baş bûne û 19 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin