Dadgeha wenêrînê ya Sineyê biryar pejrandiye.
Girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî ku ev demeke jiber kar û çalakiyên siyasî ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin, bi îdam kirinê hate cezakirin.
Dadgeha Bûkanê ya li Rojhilatê Kurdistanê berêya niha ev ceza ji Qurbanî re dabû lê Qurbanî bi rêya parêzerên xwe, doz li hember biryara han vekiribû û îro dadgeha Sineyê jî doz red kir û biryara îdamkirinê pejrand.
Li gor zaniyariyên berdest, biryar bo ku bikeve meriyetê bo dadgeha Bûkanê hatiye şandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin