Dibêje hilbijartin xwesteka xelkê ye.
Peyvdarê partiya demorkata Kurdistanê Mehmûd Mihemed daxuyaniyek belav kir û têde daxwazek pêşkêşî aliyên siyasî yên Îraqê kir.
Peyvdarê PDK di daxuyaniya han de daxwaz ji tevgera Sedir û aliyên din yên siyasî yên Îraqê kiriye daku ji biryara xwe ya bo boykot kirina hilbijartinan poşman bibin û beşdarî di hilbijartinan de bikin.
Mehmûd Mihemed herwiha eşkere kiriye ku boykot kirina hilbijartinan netenê xizmeta xelk û welat nake belkû dibe sedema aloztir bûna rewşa welat û zêdetir bûna kêşeyan li Îraqê de.
Mihemed herwiha diyar kiriye ku hilbijartin daxwaza serekî ya xelkê Îraqê bû û pişt re jî bû xwesteke aliyên siyasî û li ser vê yekê jî hikûmet biryara hilbijartinan daye, lewre lazime aliyên siyasî jî hesabê bo daxwazên xelkê bikin û hewl bo baştir kirina rewşa welat û jiyana welatiyan bidin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin