Li Libnanê 20 kesan canê xwe ji dest dan

herî kêm 20 kesan canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

Tankereke veguhastina petrolê teqiyaye.

Li gor jêderên nûçeyan îro li Parêzgeha Ekar ya li Bakûrê Libnanê tankereke veguhastina petrolê teqiyaye.

Di encama teqîna han de 20 kesan canê xwe ji dest daye û 79 kesên din jî birîndar bûne.

Hîn jî sedema teqîna tankerê nehatiye zelalkirin.

Weke tê zanîn di destpêka salê de li bendereke Beyrûta paytext jî teqîneke mezin çê bibû û bi sedan kes canê xwe ji dest dabûn.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.