Li Efrîna dagirkirî 3 sivîlên din hatin revandin

li Efrînê rojane welatiyên Kurd têne revandin.
کوردستان TV
100%

Çavkaniyekî ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên bi navê "Polîsên leşkerî" bi hevkariya çeteyên Lîwa Mihemed El-Fatih, 3 sivîl ji navçeya Mabata revandin.

Çavkanî piştrast kir ku di 10'ê Tebaxê de çeteyên bi navê "Polîsên leşkerî" û Lîwa Mihemed El-Fatih 3 welatî ji gundê Mamilo yê navçeya Mabeta revandin.

Li gorî çavkanî, kesên hatine revandin ev in: Mihemed Xelîl (70), Elî Mihemed Şeban (42) û Ebdo Xelîl (50).

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan, Elî Mihemed Şeban û Ebdo Xelîl birin girtîgeha navendî li Maratê û çarenûsa wan ne diyar e.

Li gorî çavkanî, malbata kalemêrê bi navê Mihemed Xelîl neçar man ku hezar dolar wek fidiya bidin da ku Xelîl were berdan.

Li aliyekî din, vê sibehê li ser rêyê di navbera Ezaz û Efrînê de mayînek teqiya.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.