Îro 75mîn salvegera damezrandina PDKê ye.
Îro bi boneya 75mîn salvegera damezrandina partiya demorkata Kurdistanê, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serkirdatî, endam û alîgirên partiya demokrata Kurdistanê kir.
YNK di peyama xwe de diyar kiriye ku îro 75 sal bi ser destpêka serdemeke nû ya têkoşîna demokratîk ya Kurdistanê re derbas dibe, lewre em pîrozbayî li Serkirdatî, endam û alîgirên PDKê dikin û hêvî dikin ku ev bîranîna han bibe derfetek bo pere pêdana zêdetir ya têkiliyên navbera PDK û YNK û bihêztir kirina têkilî û hemahengiya navbera tevahiya aliyên Kurdistanî bi awayek ku li gor berejwendî û destkeftên gelê me de be li hember gef û metirsiyên heyî.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin