Stasiyoneke din ya elektirîkê hate vekirin

zêdetir ji 13 hezar dolar bo stasiyonê hatiye xerckirin.
کوردستان TV
100%

Li navenda Hewlêrê hate vekirin.
Îro duşem bi çavdêriya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî stasiyoneke din ya elektirîkê bi navê stasiyona nîştiman li Hewlêrê hate vekirin.
Di merasima vekirinê de nunerê wezareta elektirîkê, parêzgarê Hewlêrê û hijmareke din ji rayedarên hikûmetê amade bûn.
Ev stasiyona han dikare 132 kv elektirîk dabîn bike.
Bi vekirina stasiyona han vê bargiraniya ser xeta elektirîkê ya navenda Hewlêrê vê were kêmkirin û kêşeya elektirîkê jî were çareserkirin.
Stasiyona han ji aliyê kompaniya Zagrosê ve hatiye çêkirin û bi qasî 13 miliyon û 995 hezar û 812 dolar têde hatiye xerckirin.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.