20 welatiyên din canê xwe ji dest dan

hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Amarên nû yên Koronayê hatin belavkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de 14 hezar û 7 cerbandinên diyar kirina Koronayê hatine kirin û di encam de derketiye ku 2 hezar û 362 kesên din bi Koronayê ketine.

Wezaretê diyar kiriye ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 1014 kese.

Di nava heman demê de 1923 berketiyên berê jî baş bûne û 20 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.