Zêdetir ji 2 hezar kesên din bi Koronayê ketin

20 berketî jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Nêzî 2 hezar kes jî baş bûne.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 2 hezar û 189 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 901 kese.

Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 1995 berketiyên berê jî baş bûne û 20 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.