Di nava wan de navendeke tendirostî jî heye.
Fermandarekî hêzên pêşmerge li Şingalê ragihand ku îro sê caran belafirên şer yên Tirkiyeyê navend û pêgehên PKK li Şingalê bordiman kirine.
Fermandarê hêzên pêşmerge yên li Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku îro sê caran navendên pkk yên li deverê ji aliyê balefirên şer yên Tirkiyeyê ve hatine bordiman kirin û kuştî û birîndar jî hene.
Şeşo eşkere kiriye ku yek ji wan navendên ku hatiye bordimankirin, debistana gundê Sikinê ya li Şingalê ye ku ji aliyê pkk ve weke navendeke leşkerî û navendeke tendirostî dihat bikaranîn.
Weke tê zanîn duhê jî li Şingalê tirimbîleke YBŞ hatibû bordimankirin û 2 kes canê xwe ji dest dabûn û kesek jî birîndar bibû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin