Bo kesên xwedan pêdiviyên taybet tê vekirin.
Birêveberê giştî yê tendirostiya Hewlêrê ragihand ku hewlên hikûmet û wezareta tendirostî bo pêdana vaksîna Koronayê bi welatiyan berdewamin.
Dilovan Mihemed eşkere kir ku, niha hijmareke zêde navendên pêdana vaksînê hene û bi berdewamî mişxûlî pêdana vaksînanin.
Mihemed herwiha eşkere kir ku, li gor biryara wezareta tendirostî vê li Hewlêrê navendeke taybet bi kesên xwedan pêdiviyên taybet bo wergirtina vaksînê tê vekirin.
Birêveberê giştî yê tendirostiya Hewlêrê tekez li ser vê yekê jî kiriye ku vê gelek karasanî bo kesên xwedan pêdiviyên taybet were kirin daku bikaribin vaksîna dijî Koronayê werbigirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin