Vê dibin sîbana wezareta pêşmerge de werin yekxistin.
Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê û berpirsê karûbarê leşkerî yê Serokatiya herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa diyar kiriye ku niha her du hêzên piştîvaniya 1 û 2 ku hijmara wan zêdetir ji 15 hezar kese û tevahiya çekên giran di destê wan dene, ketine bin sîbana wezareta pêşmerge û tenê ji wezareta pêşmerge ferman werdigirin.
Şêx Cefer diyar kiriye ku vê di demeke gelek kêm de tevahiya hêzên din yên pêşmerge di çarçoveya wezareta pêşmerge de werin yekxistin û weke artêşeke nîştimanî di bin sîbana wezaretê de kar û xebatên xwe bimeşînin.
Nav hatî diyar kiriye ku beriya niha astengiyên gelek zêde li berdem prosesa yekxistina hêzên pêşmerge de hebû, lê niha piraniya wan astengiyan hatine derbasbkirin û prosesa yekxistinê jî gelek bi başî birêve diçe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin