Kuştî û birîndarên heşda şebî hene.
Li gor çapemeniya navxwe ya Îraqê direngiya şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li Tarimiye ya li Bakûrê Bexdayê êrîşî ser çekdarên heşda şebî kirine.
Li gor çapemeniyê, di encama êrîşa han de ku bi rêya teqandina bombeyên vedayî û pişt re jî bi rêya gule reşandinê pêk hatiye, herî kêm 4 çekdarên heşda şebî hatine kuştin û 6 çekdarên din jî birîndar bûne.
Hate zanîn ku dinava kuştiyan de Cîgirê Fermandarê Fewceke heşda şebî jî heye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin