Dibêje rêkeftina Şingalê tê cîhbicîhkirin.
Şêwirmendê, Şêwirmendiya ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Seîd Ceyaşî ragihand ku rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de di nava navenda Şingalê de sedî sed hatiye cîhbicîhkirin û hewlên her du aliyan jî bi cîhbicîh kirina temamiya rêkeftinê berdewamin.
Ceyaşî herwiha diyar kiriye ku di çarçoveya rêkeftinê de biryar bû ku 2 hezar û 500 polîsên Şingalî werin damezrandin û heta niha li gel 500 kesan giftûgo hatiye kirin û bo damezrandina wan polîsan jî hewlên heyî berdewamin.
Sedî Ceyaşî herwiha eşkere kiriye ku raste pkk li Şingalê heye û hebûna pkk li Şingalê jî metirsiyeke mezine bo ser asayîşa nîştimaniya Îraqê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin