Erbil 38°C Saturday 16 Aug 11:23

Zêdetirîn hijmara miriyan hate tomar kirin

33 berketî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Kêmtir ji hezar kesên din bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 722 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 316 kese.

Wezaretê eşkere kiriye ku di nava heman demê de 2 hezar û 44 berketiyên berê jî baş bûne û 33 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Ev hijmara han zêdetirîn hijmara miriyane li Kurdistanê de ji roja yekem ya Koronayê heta niha.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.