Erbil 38°C Saturday 16 Aug 11:25

Niyaz Barzanî çend civîn li Amerîkayê pêk anî.

nunerên welatên biyanî dibêjin lazime civaka cîhanî piştîvaniya Kurdistanê bike.
کوردستان TV
100%

Berpirsê karûbarên derve yê Serokatiya herêmê li Amerîkayê ye.

Peyamnêrê Kurdistantv yê li Amerîkayê ragihand ku berpirsê karûbarên derve ji Serokatiya herêma Kurdistanê, Niyaz Barzanî li Amerîkayê çend civîn û hevdîtinên curbicur li gel rayedarên welatan pêk aniye.

Niyaz Barzanî li gel Cîgirê nunerê hertimî yê Îmaratê li Netewên Yekgirtî, Cîgirê nunerê hertimî yê Yûnanê li NY û berpirsê karûbarê Rojhilata Navîn û Asyayê yê NY civiyaye.

Di wan civînan de behsa rewşa giştî ya Rojhilata Navîn û rewşa Îraq û Kurdistanê hatiye kirin.

Her di heman civînan de nîqaş li ser rola NY û tîm û dezgehên ser bi NY li Îraq û Kurdistanê de hatiye kirin.

Nunerên welatên biyanî jî tekez li ser vê yekê kirine ku aramiya Kurdistanê hem bo Îraq û him jî bo deverê gelek girînge û lazime civaka cîhanî piştîvaniya Kurdistanê û parastina aramiya heyî li Kurdistanê de bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.