Li Silêmanî hatine girtin.
Birêveberatiya polîsê Silêmanî ragihandiye ku ev her du kesên ku li taxa Wilube ya li Silêmanî bi kêran êrîşî ser welatiyek kiribûn û pişt re jî gule bi asmanê reşandibûn daku bikaribin xwe derbas bikin, hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku piştî ev her du tawanbar bi kêran êrîşî ser welatiyek kirine, hêzên polîs hatine agehdarkirin û bilez hêzên polîs çûne cîhê deverê, tawanbar jî ku xwestibûn birevin, gule bi asmanê berdane, lê nikarîne ji destê polîs rizgar bibin û hatine girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin