Behsa rewşa niha ya Îraqê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê eniya rizgarî û geşepêdana Îraqê û herwiha Emîndarê giştî yê tevgera Iraqiyûn Elmutehêd ( Îraqiyên Yekgirtî) Osame Nocêfî kir.
Di civînê de nîqaş li ser rewşa siyasî ya Îraqê, prosesa siyasî û hilbijartinên parlementoya Îraqê û metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê hate kirin.
Her di heman civînê de tekez li ser vê yekê hate kirin ku hemahengî û hevkariya navbera tevahiya aliyan bo derbas kirina qirîzên heyeî gelek girînge.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin