Erbil 38°C Saturday 16 Aug 11:25

Parêzgarê Dihukê li gel bazirganan civiya

behsa liv û tevgerên bazirganî li deverê de hate kirin.
کوردستان TV
100%

Birêveberê deriya sînorî ya Îbrahîm Xelîl jî di civînê de bû.
Îro li Dihukê parêzgarê Dihukê Dr, Elî Teter li gel hijmareke sermayedar û bazirganên deverê civiya.
Di civînê de ku Birêveber û raydarên deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl jî têde beşdar bûn, giftûgo li ser rewşa liv û tevgerên bazirganî yên li deverê, karûbarên îdarî yên li deriyê sînor, bac û gomrukê hate kirin.
Her di civîna han de tekez li ser pêşkêş kirina kar asaniyên zêdetir bo bazirganan hate kirin.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.