Behsa kar û çalakiyên saziya han li Kurdistanê hate kirin.
Îro Parêzgarê Dihukê Dr. Elî Teter pêşwaziya birêveberê giştî yê saziya MAG Jack Morgan kir.
Di civînê de ku berpirs karûbarên mîn ya li Dihukê Şîlan Samir jî têde beşdar bû, behsa kar û çalakiyên saziya MAG yên ku di nava 29 salên derbasbûyî de li Kurdistanê de cîhbicîh kiriye hate kirin.
Di berdewamiya civînê de parêzgarê Dihukê spasiya saziya MAG kir ji ber kar û çalakiyên ku li herêma Kurdistanê de cîhbicîh kiriye.
Saziya MAG saziyeke ku derbarê mîn û hilgirtina mîn û teqemeniyan de çalake û li herêma Kurdistanê de jî gelek çalakiyên curbicur pêk aniye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin