Erbil 38°C Saturday 16 Aug 22:23

Parêzgarê Dihukê li gel Konsulusê Almanyayê civiya

behsa rewşa penaberên li parêzgeha Dihukê kirin.
کوردستان TV
100%

Di civînê de behsa rewşa deverê û çend mijaran hate kirin.

Îro Parêzgarê Dihukê Dr, Elî Teter pêşwaziya Konsulusê Almanyayê yê li Hewlêrê Klemens Semtner kir.

Di civînê de rixmî nîqaş kirin li ser rewşa siyasî û abûrî hevdem nîqaş li ser rewşa aware û penaberên nîştecîh yên li parêzgeha Dihukê hate kirin.

Di beşeke din ya civînê de her du aliyan behsa liv û tevgerên bazirganî yên di navbera Kurdistan û Almanyayê de kirin û tekez li ser zêdetir û berfiretir kirina liv û tevgerên bazirganî di navbera her du welatan de hate kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.