Bo gehandina peyamê xelkê Kurdistanê ye bo cîhanê.
Îro li Hewlêrê bi pêşengiya Rewşenbîr, kesatiyên olî, nunerên kementewên olî û çalakvanan kempînek bi navê kempîna gehandina dengê xelkê Kurdistanê bi cîhanê li hember zilma ku sed sale ji aliyê Îraqê ve derheqê gelê Kurdistanê tê kirin hate ragihandin.
Di kempînê de ku bi xwendina daxuyaniyek bo raya giştî destpê kir, Pisporên hiqûqî, nunerên tevahiya kemenetewên olî û etnîkî yên li Kurdistanê de jî beşdarin.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku jiber çespandina Kurdistanê bi Îraqê ve di nava sed salên derbasbûyî de tevahiya hikûmet û rejîmên Îraqê zilim û stem li xelkê Kurdistanê kirine. Jîngeha Kurdistanê jinav birine, gelê Kurdistan genocide kirine û tundûtîjî li hember gelê Kurdistanê kirine.
Vê di çarçoveya kempîna han de piştîvaniya tevahiya aliyan were kom kirin û di dawî de jî vê li tevahiya navendên cîhanî li ser hikûmet û rejîmên Îraqê dozek were vekirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin