Li Îstenbûlê jiber nexweşiyê Koça dawî kiriye.
Nivîskar û Siyasetmendarê Kurd yê Bakûrê Kurdistanê Ebdulrehman Onen, îro li nexweşxaneyeke bajarê Îstenbûlê jiber nexweşiyê koça dawî kir.
Ebdulrehman Onen beriya demekê bi kanserê ketibû û dest bi prosesa derman kirinê kiribû, lê rixmî hewldanên nûjdaran nav hatî koça dawî kir.
Nav hatî sala 1955an li navçeya Dirêk ya Mêrdînê ji dayik bibû. Beşê Cografî xwendibû.
Demek karê Mamostatiyê kiriye lê jiber hin sedemên siyasî dev ji karê Mamostatiyê berdaye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin