Amarên 24 seatên derbasbûyî hatin belav kirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê li Kurdistanê de belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de 2 hezar û 24 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 767 kese.
Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 2 hezar û 339 berketiyên berê jî baş bûne û 20 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin