Serokwezîrê Kurdistanê rezamendî li ser temam kirinê daye.
Navenda medya û zaniyarî ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî rezamendî li ser destpê kirina karên temam kirina qonaxa duyem ya cadeya 150 metrî ya Hewlêrê daye.
Li gor daxuyaniya navendê, di qonaxa duyem de vê beşê duyem yê cadeya 150 metrî ku her di navbera her du cadeyên Şeqlawa û Koyeyê de tê çêkirin, tê temamkirin.
Dirêjahiya cadeya han 7.2km dibe û li gel vê jî cade û rêyên xizmetgozarî jî têne çêkirin.
Qonaxa yekem ya cadeya 150 metrsî ji Behrke heta cadeya Şeqlawayê hatiye temamkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin