Ji aliyê balefirên şer yên Tirkiyeyê ve hatiye bordimankirin.
Kêliyek beriya niha balefirên şer yên Tirkiyeyê jiber hebûna gerîlayên pkk li deverê, navçeyên çiyayî yên ser bi devera Mangêşkê ku 30km dikeve Bakûrê bajarê Dihukê bordiman kir.
Heta niha ti zaniyarî derbarê zirarên bordimanê de nehatine bidestxistin.
Weke tê zanîn beriya du rojan balefirên Tirkiyeyê devera Asos û Pênciwên û Şarbajarê jî bordiman kiribûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin