Sedir biryar daye beşdarî di hilbijartinan de bike.
Îro Peyvdarê partiya demokrata Kurdistanê daxuyaniyek bo raya giştî weşand.
Peyvdarê partiya demorkata Kurdistanê Mehmûd Mihemed ragihand ku jiber dilsoziya wan bo xelkê beriya du hefteyan daxwaz ji Serokê tevgera Sedir û aliyên din yên siyasî yên ku biryar dabûn beşdarî di hilbijartinan de nekin, kiribûn daku wenêrîn bo biryarên xwe bikin û jiber berejwendiyên xelkê û çareser kirina kêşeyên Îraqê beşdarî di hilbijartinan de bikin.
Mihemed herwiha diyar kiriye ku Sedir piştî wenêrînê bo biryara han, hewlesta xwe guhertiye û beşdarî di hilbijartinan de dike ku ev yek jî gelek başe, di xizmeta berejwendiyên xelkê deye û dibe sedema vê yekê daku hilbijartin bi aramî û şefafî were organîzekirin.
Nav hatî daxwaz ji aliyên din yên Îraqê jî kiriye daku weke tevgera Sedir wenêrînê bo biryara xwe bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin