Serokê bajarvaniya Dêrsîmê jî dibêje dewlet gefan li me dike.
Ev zêdetir ji hefteyeke agireke mezin bi daristanên Dêrsîmê ya li Bakûrê Kurdisanê ketiye.
Şêniyên Dêrsîmê behsa vê yekê dikin ku artêşa Tirkiyeyê jiber gerîlayên pkkê agir bi daristanan berdaye û herêma ku têde şewat heye weke herêma qedexe kirî ragihandine.
Ne hikûmet hewl bo temirandina agirê dide û ne jî şêniyên deverê dikarin agira daristanan vemirînin jiber ku hêzên hikûmetê rê nadin xelkê.
Li ser vê mijarê Serokê bajarvaniya Dêrsîmê Mihemed Fatih Maçoglû duhê ragihand ku hikûmeta bo xwe bo vemirandina agirê tiştek nake û rê jî nade me weke xelk û şêniyên deverê ku biçin agirê vemirînin.
Maçoglû tekez li ser vê yekê kiriye ku hêzên hikûmetê gef li wan xwarine ku nabe biçin herêma ku şewat têdeye û agirê vemirînin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin