Îtlaata Îranê sê keçên Kurd binçav kiriye

heta niha sedema girtinê nehatiye zanîn.
کوردستان TV
100%

Temena wan ji 18 salan kêmtire.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, roja 24ê Tebaxa 2021an, li bajarê Ciwanro ya li Rojhilatê Kurdistanê, îtlaata Îranê 3 keçên Kurd binçav kiriye.

Ev her 3 keçên binçav kirî, temena wan ji 18 salan kêmtire û yek ji wan di bin çavan de hewla întîhar kirinê daye.

Hengawê belav kiriye ku heta niha sedema girtina wan her sê keçên Kurd yên biçûk nehatiye diyarkirin û çarenivîsa wan jî nediyare û hewldanên kesûkarên wan jî bo wergirtina zaniyarî derbarê çarenivîsa wan de bê encam bûne.

Navê wan her 3 keçên Kurd ewe Tara Ehmedî 12 sal, Sunya Kerîmî 14 sal û Periya Fethî 14 sal.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.