Civîn li Kobanê hatiye lidarxistin.
Li gor zaniyariyên berdest, şandeke leşkerî ya Rûsî serdana navenda hêzên Sûriyeya Demokratîk ya li bajarê Kobanê kiriye.
Şanda leşkerî ya Rûsî li gel Fermandar û rayedarên HSDê civiyaye û di civînê de hevdem li gel nîqaş kirin li ser rewşa dawî ya deverê, giftûgoyeke berfire jî li ser êrîşên esmanî yên Tirkiyeyê yên bo ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin.
Heta niha zaniyariyên zêdetir derbarê naveroka civînê de nehatine belavkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin