navekêşe

dibêje emê berdewam dibin li ser şerê dijî terorê.
کوردستان TV
100%

Franse ji Îraqê

Dibêje rola Franseyê vê zêdetir bibe.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Mûsilê , Serokkomarê Franseyê Emmanuel Macron ji çapemeniyê re ragihand ku Franse ji Îraqê navekêşe û di pêşe rojê de rola Franseyê li Îraqê vê zêdetir bibe.

Macron herwiha eşkere kir ku, niha hijmareke gelek zêde ji Mesîhî û Êzidiyên Şingal û deşta Nînovayê awaren û li Kurdistanê dijîn û heta aramî li deverên wan neyê dabîn kirin nikarin vegerin.

Macron tekez li ser vê yekê kir ku, vê li gel Kurdistan û Îraqê berdewam bin li ser şerê dijî terorê jiber ku heta teror hebe ti olek nikare bi aramî bijî.

Derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî ragihand ku baş bûna têkiliyên han gelek girînge û em spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê dikin ku kariye jiyaneke baş û aram bo awareyan dabîn bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.