Serokwezîr behsa naveroka civîna li gel Macron dike

dibêje Franse berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Civîn bi hevbeşî hatibû lidarxistin.

Îro danê êwarê Serokê Franseyê Emmanuel Macron bi awayeke hevbeş li gel Serokê herêma Kurdistanê, Serokwezîr û Seroka parlementoyê civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya fermî wisa behsa naveroka civînê kiriye;

Îro yekşem 29ê Tebaxa 2021an di civîneke hevbeş de li gel Serokê herêma Kurdistanê û Seroka parlementoyê li gel Serokê Franse Emmanuel Macron civiyan.

Di civînê de amadebûna rewşa giştî ya Îraqê û deverê, pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Franseyê nirxand.

Serokê Franseyê balkêşande ser têkiliyên dîrokî yên di navbera Franse û herêma Kurdistanê û rola pêşmergeyên Kurdistanê bi Rêberatiya Serok Mesûd Barzanî di têk birina DIŞIê de û tekez li ser berdewamiya piştgîrî û hevkariyên welatê xwe bo herêma Kurdistanê kir û got: Hatina me bo Kurdistanê peyameke ku Franse ti carî dev ji dostên xwe ber nade.

Di berdewamiya civînê de me jî stayîşa Franseyê kir ku di qonaxên curbicur de piştîvaniya herêma Kurdistanê kiriye  û me balkêşande ser girîngiya kar kirin û hemahengî kirinê li gel Franse û civata cîhanî bo çareser kirina kêşeyên Îraqê bi giştî û kêşeyên hilwastî yên di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedraî ya Îraqê  û me rola erênî Franseyê ya bo dabîn kirina ewlekarî û aramiya deverê bilind nirxand.

Di berdewamiya civînê de behsa girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û derfet xweş kirinê bo vegeriyana awareyan bo deverên wan hate kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.