11 kes bûne qurbanî.
Jêderên ewlekarî yên li Kerkûkê ragihandin ku îro bombeyeke vedayî li ser rêya navbera her du gundên Simaqe û Simûd li başûrê qezaya Daqoqê ya ser bi Kerkûkê hatiye teqandin.
Li gor jêderên ewlekarî di encama teqînê de welatiyeke medenî canê xwe ji dest daye, 3 polîs û 7 welatiyên din jî bi giştî 11 kesên din birîndar bûne.
Piştî teqînê hêzên hawar hatinê gehêştine cîhê teqînê, birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhastin û lêkolîn jî derbarê teqînê de destpê kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin