Li ser hesabê xwe peyamek weşandiye.
Serokkomarê Franseyê Emmanuel Macron ku duhê li Hewlêrê bû, li ser hesabê xwe yê fermî li facebookê peyamek weşandiye û nivîsandiye; Min duhê bişev dawî bi serdana xwe bo Hewlêrê anî.
Macron di berdewamiya peyama xwe de spasiya Serokê herêmê û rayedarên Kurdistanê kiriye jiber pêşwaziya gerim yaku jê hatiye kirin.
Macron herwiha nivîsandiye; Franse ti carî pêbendiya pêşmergeyên Kurd di şerê dijî terorê de ji bîr nake.
Weke tê zanîn Macron beriya du rojan serdana Îraqê kiribû, rojek li Bexda û rojek jî li hewlêrê bû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin