Cîhadiyên Tirkiyeyê 6 welatiyên din yên Kurd revandin

ev revandiyên han radestî MÎT ê hatine kirin.
کوردستان TV
100%

Li Efrînê zextên Tirkiye û cîhadiyan li dijî Kurdan berdewamin.

Li gor daxuyaniyeke navenda mafên mirovan ya Efrînê roja 22ê Tebaxê cîhadiyên Tirkiyeyê û artêşa Tirkiyeyê li Efrînê operasiyoneke serda girtina malan lidar xistine.

Di encama operasiyona han de artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê 6 welatiyên Kurd revandine û bo cîheke nediyar veguhastine.

Li gor navenda mafên mirovan ya Efrînê zaniyariya herî dawî yaku derbarê wan revandiyan de hatiye bidestxistin eve ku ev revandiyên han radestî îstîxbarata Tirkiyeyê hatine kirin.

Weke tê zanîn ji aliyekê ve Tirkiye prosesa guhertina demografiya Efrînê didomîne û ji aliyeke din ve artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê jî berdewamin li ser dîzin, talan kirin û birina mal û milkên welatiyên Kurd û revandina welatiyên Kurd.

Artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê bo azad kirina revandiyan daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.