Wezareta tendirostî amarên 24 seatên derbasbûyî belav kir.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 2 hezar û 10 kes bi Koronayê ketine.
Wezaretê diyar kiriye ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 722 kese.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyar kirin ku di nava heman demê de 2 hezar û 259 berketiyên berê jî baş bûne û 16 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin