Wezîrê berevanî yê Îraqê daxwaz dike PKK biçe nava axa Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê.
Wezîrê berevanî yê Îraqê Cuma Înad di gotareke xwe de yaku duhê di komcivîna Rafîdeyin ya li Bexdayê de pêşkêş kir ragihand ku PKK ne partiyeke Îraqiye lewre lazime li ser axa Îraq û Kurdistanê derkeve.
Cuma Înad diyar kir ku, pkk fêde ji mercên Cografî wergirtiye û hatiye nava axa Kurdistan û Îraqê û ew yek jî bûye sedem ku Tirkiye serweriya Îraqê binpê bike û zirarê bide şêniyên deverên sînorî.
Înad herwiha diyar kiriye ku ev berevanî ji Tirkiyeyê nake lê lazime pkk jî şerê xwe bibe nava axa Tirkiyeyê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin